Serokê Partiya Saadetê bo operasyona muhtemel a ser Rojava: Em nabêjin na!

08 June 2022 20:37 0 dîtin
Serokê Partiya Saadetê bo operasyona muhtemel a ser Rojava: Em nabêjin na!

PeyamaKurd - Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, di civîna rojnamevanî ya li navenda partiya xwe bersiva pirsa derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de da.

Karamollaoglu li ser pirsa rojnamevanan a bo amadekariyên êrîşeke li ser Rojavayê Kurdistanê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû siyaseta Sûriyê ya hikûmetê rexne kir û diyar kir, ew nabêjin wê gavê navêjin.

Karamollaoglu li ser mijarê wiha axivî: “Ev mijar bûye mijareke pir bi rîsk. Li seranserê sînorê Sûriyeyê herêmên ku Tirkiye lê bi bandor e hene. Lê heremên ku Rûs bi hikûmeta Sûriyê re kontrol dikin jî hene. Heremên ku Amerîkî bi PYDê re kontrol dikin jî hene. Li vê derê eger hûn bibêjin `ez amade me bi van hêzan re şer bikim`, bikevin vî şerî ev dê bibe sedema metirsiyên cidî.

Di van demên dawî de hûn ketine nav operasyonekê, hûn rûbirûyê hin tengasiyan hatine. Piştre ji bo ku hûn van tengasiyan ji ber xwe rakin gavekê davêjin. Helbet em nabêjin `vî gavê navêjin`. Lê belê di serî de polîtîkaya Sûriyê xelet bû.”