Serok Barzanî: Kiryarên li dijî cotkarên Kurd ên Kerkûkê, “Enfalê” tîne bîra Kurdan

18 February 2025 12:50 0 dîtin
Serok Barzanî: Kiryarên li dijî cotkarên Kurd ên Kerkûkê, “Enfalê” tîne bîra Kurdan

PeyamaKurd – Duh (17.02.2025) leşkerên Iraqê nehiştibûn li devera Sergaranê ya Kerkûkê cotkarên Kurd kirin zeviyên xwe biçînin û êrîşî cotkarên kurd kiribû.

Li ser vê yekê, bertek dewam dikin.

Serok Mesûd Barzanî bertek nîşanî êrîşa hêzên artêşa Iraqê ya li dijî cotkarên kurd li devera Sergaranê ya Kerkûkê da.

Serok Barzanî rêgirtina li vegera cotkarên Kurd a berev warên wan û zextên li ser wan, weke karekî şovenîstî nirxand.

Wî di berdewamiya axaftina xwe de rêgirtina li cotkarên Kurd a ji aliyê leşkerên Iraqê ve şermezar kir û tekezî li ser wê yekê kir ku ev rewşa han “Enfalê” û kîmyabaran û jenosîdên ku berê bûne tîne bîra Kurdan. 

Mesûd Barzanî got:

“Ev kiryareke şovenîstî, bêwijdanî û tawankar e ku li hember cotkarên bêguneh têne kirin, tenê ji ber ku ew Kurd in û xwediyên rewa yê erdên xwe ne.”