Serok Barzanî: Raperîn peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê dijî
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta a 34emîn salvegera serhildana Raperînê ya gelê Başûrê Kurdistanê li dijî zilma rejîma Be’sê peyamek weşand.
Serok Barzanî diyar kir:
“Raperîn mînaka serwerî destkeftên hêja yên gelê Kurdistanê ye.”
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku serkeftina li Raperînê bi saya îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo azadîxwaziyê, qehremaniya Pêşmerge û yekrêziya aliyên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê hat bidestxistin.
Serok Barzanî got:
“Serhildana li dijî dezgehên stemkar û dagîrker peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê li gel hebûna zordarî û tirsandinê zindî ye û azadîxwaz e.”
Di salvegera Raperînê de Serok Barzanî tekezî li ser peyama aştî, biratî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin