ENKSê peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî re sand

23 October 2024 17:18 0 dîtin
ENKSê peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî re sand

PeyamaKurd - Encûmena Niştîman ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) peyamek pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî kir û serkeftina hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê lê pîroz kir.

Di peyama ENKSê ya bo Serok Barzanî hatiye pêşkeşkirin de, birêveçûna hilbijartinên Parlamena Kurdistanê wekî cihê şanaziya hemû Kurdan li ser prensîbên demokrasiyê û girîngiya Parlamentoya Kurdistanê hate nirxandin.

ENKSê herwiha pîrozbahî li serkirde û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hemû aliyên serkeftîyên hilbijartinan kir.

ENKSê diyar kir, baweriya wan bi serokatiya hişmend a Serok Barzanî heye, ji bo berdewamiya pêvajoya demokrasiyê, parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û bicihanîna hêviyên gelê Kurd di paşerojeke aram de.