Serok Barzanî ji bo 'Cejna Qurbanê' peyameke pîrozbahiyê belav kir

08 July 2022 20:15 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo 'Cejna Qurbanê' peyameke pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahîyê belav kir û tê de Cejna Qurlbanê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serok Barzanî got: “Hêvîdar im ev cejna pîroz bibe sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê.”

Serok Barzanî diyar kir: “Bi helkefta hatina Cejna Qurbana pîroz germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.”

Peyama Serok Barzanî ya Cejna Qurbanê:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Qurbana pîroz germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.

Hêvîdar im birayetî û tebayî û pêkvejiyana li welatê me berfirehtir bibe û ev cejna pîroz bibe sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî

8ê Tîrmeha 2022yan"