Serok Barzanî ji bo Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir

15 December 2022 21:25 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, Cejna Rojiyên Êzî ya Kurdên Êzidî bi peyamekê pîroz kir û got, 'Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeke taze ji bo aramî û bextewariya tevaya xwişk û birayên Êzidî.'

Serok Barzanî di peyama xwe de, bal kişand ser biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de û destnîşan kir,  "Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeke taze ji bo aramî û bextewariya tevaya xwişk û birayên Êzidî."

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeke taze ji bo aramî û bextewariya tevaya xwişk û birayên Êzidî.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî

15ê Berfanbara 2022yan"