Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Kurdên Êzidî pîroz kir

14 April 2020 20:27 0 dîtin
Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Kurdên Êzidî pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi peyamekê Cejna Serê Sala ola Êzdî, li hemû Êzdîyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Xûşk û birayên Êzdî, wekî beşekî veneqetiyê gelê me ne, êş û azareke zêde dîtine û dijminên gelê me bi heman armanca Enfal û kîmyabaranê, ji bilî wê bi dirindanetirîn awayî rik û kîna xwe li ser Êzdiyan de rijandiye."

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Serê Sala ola Êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê ji bo wan dixwazim.

Xûşk û birayên Êzdî, wekî beşekî veneqetiyê gelê me ne, êş û azareke zêde dîtine û dijminên gelê me bi heman armanca Enfal û kîmyabaranê, ji bilî wê bi dirindanetirîn awayî rik û kîna xwe li ser Êzdiyan de rijandiye. Li heman demê de jî bi zêdetirîn şiyana xwe ve xwestine xûşk û birayên Êzdî ji gelê me veqetînin. Lê belê li beranber îradeya bi hêza neteweyî û niştimanperweraneya Êzdiyan da, hewlên dijmin bê encam bûye.

Li vê helkeftê de xûşk û birayên me yên Êzdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyane û divê wê çand û kultura dewlemend biparêzîn û birayetî û tebayiya xwe berfirehtir bikîn.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftan bi şadî û bexteweriyê de derbas bikîn û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
14.04.2020