Serok Barzanî cejna serê sala nû li civaka Mesîhî pîroz kir

24 December 2020 19:14 0 dîtin
Serok Barzanî cejna serê sala nû li civaka Mesîhî pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 24ê Kanûnê bi boneya serê sala nû ya zayînî û jidayikbûna Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok barzanî di peyama xwe de, tekezî li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û biratiya navbera pêkhatên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî got: “Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî destnîşan kir: “Di vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê dixwazim xûşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da pîroz bikin.”

Serok Barzanî got: “Hêvîdar im ev helkeft destpêkek bê ji bo hemû mirovayetiyê ku li sîtemkarî û pejik û nexweşiyan rizgar bibê û aştî û aramî û pêşketin li navçeya me û cîhanê da berqerar be.”