Serok Barzanî sersala Babîlî Asûrî û Cejna Ekîto pîroz kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 31ê Adarê peyameke pîrozbahiyê ji bo serê sala nû ya Babilî Aşûrî û Cejnên Ekîto ji pêkhateyên Kildan, Suryan û Aşûrîyên Herêma Kurdistan û Îraqê re belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên li Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya aramî û bexteweriyê ji bo hemûyan dixwazim.
Li vê helkeftê de tekez li ser çanda birayetî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn, ji ber ku pêkvejiyan û çanda lêborînê şanaziyekî mezina gelê Kurdistanê ye û erkê me hemû aliyeke ku vê çanda dewlemend biparêzîn.
Li vê demê de ku hemû cîhan gîrêdayî şewba Korona bûye hêvîdarîn xuşk û birayên me yên Krîstiyan ji nexweşî û êş û azarê dûr bin û cejnên xwe li aştî û selametiyê da pîroz bikin.
Bi xêr û xweşiyê de bimînin.
Mesûd Barzanî
31.03.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin