Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bo sersala nû ya Babilî, Asûrî belav kir

01 April 2021 10:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bo sersala nû ya Babilî, Asûrî belav kir

PeyamaKurd –  Bi boneya cejna Ekîto ku sersala nû ya Babilî, Aşûrî ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê bo hemû welatiyên Kildanî, Aşûrî û Siryanî dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyameke li ser Twitterê bi çend zimanan diyar kir: “Ez hêvîdar im sala xweşî û aramî û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya aştiyane be di navbera hemû pêkateyên Kurdistanê de.”

Peyama pîrozbahiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya cejna Ekîto, serê sala nû ya Babilî, Aşûrî, pîrozbahiyê li xwişk û birayên me yên Kildan, Aşûrî, Siryanî yên li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im sala xweşî û aramî û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya aştiyane be di navbera hemû pêkateyên Kurdistanê de.”