Nêçîrvan Barzanî ji bo cejna sersala Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo cejna sersala Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Em ê hewl bidin tevahiya Êzidiyên hatine revandin rizgar bikin”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî do Sêşemê 19ê Nîsana 2022yan cejna sersala Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) bi peyamekê pîroz kir û da zanîn: “Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xwişk û birayên me yên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Em dîsa hemû Êzîdiyan piştrast dikin heta Êzîdiyek revandî mabe, em ê li pê çarenivîsa wan bin û rizgar bikin”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê bi temamî piştevaniya mafên Êzîdîyan, avedankirina deverên wan û misogerkirina aştî û azadiya wan kir û got: “Ji bo ev ê mebestê jî, em ê bi aliyên Iraqî û navdewletî re berdewam kar bikin.”
Serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de destnîşan kir: “Mixabin îsal cejn di demekê de ye ku hêj beşekî girîngê xwişk û birayên me li kampan dijîn. Hêvîdar in cejnên din di rewşeke baştir de bên pîrozkirin û hemû xwişk û birayên Êzîdî vegerin ser war û malên xwe.”
Herî dawî Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em careke din ji hemû xwişk û birayên Êzîdî û hemû pêkhatan û ol û hemû gelê Kurdistanê re tekez dikin ku Kurdistan wê herdem cihê lêborînê û qebûlkirinê û pêkve jiyana aştîyane bimîne û em ê hemû pêkve jî vê kulturê û mafên destûriyên gelê Kurd biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin