Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî îro 15ê Kanûnê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got: “Cejneke din jî hat ku mixabin heta niha hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî koçber in û jiyaneke dijwar dijîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cejna Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî Babaşêx û hemû xwişk û birayên Êzidî pîroz kir û got, mixabin hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî koçber in û beşek ji wan di kampan de dijîn û venegeriyane malên xwe.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew hêvî dike Kurdên Êzidî di rewşeke aram de cejna xwe derbas bikin û di cejnên bê de jî di rewşeke baştir de bin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de li ser Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin got ku ew ji xwişk û birayên Êzidî re piştrast dike ku dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina wan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin