Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyên Êzî ya Kurdên Êzîdî pîroz kir

15 December 2023 13:17 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojiyên Êzî ya Kurdên Êzîdî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cejna Rojiyên Êzî ya Kurdên Êzîdî pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo Cejna Rojiyên Êzî de wiha got:

Ez Cejna Rojiyên Êzî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û hemî xwişk û birayên Êzîdî, li Kurdistanê û Iraqê û li her cihekî cîhanê bin, bi germî pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejneke tena û aram û bêhinvedaneke xweş biborînin.

Di vê helkeftinê de, em careke dî xwişk û birayên xwe yên Êzîdî piştrast dikin ku wek her gav em ê piştevan û parêzerên mafên wan bin. Em ê hemî bizavan bikin ku deverên wan bêne avedankrin û Kurdistan her welatê pêkvejiyana aştiyane ya hemî pêkhatan be.

Cejin pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê