Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji bo salvegera damezrandina YNKê belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê ji bo 47emîn salvegera damezrandina YNKê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de daye zanîn: “Di vê salvegerê de em tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin ji bo dakokîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ez pîrozbahî li serkirdetî û endam û alîgirên YNKê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê.
Ez hêvîdar im Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke beşdareke sereke ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel hêz û aliyên din ên Kurdistanê, piştevana bihêz a hikûmetê bin ji bo cîbicîkirina karnameya xwe, da ku bikare xizmeteke hêjayî xelkê Kurdistanê bike.
Di vê salvegerê de em tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin ji bo dakokîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin