Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê ji bo Nedîm Zehawî, ku weke Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê hat destnîşankirin belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em şanazî bi wê xizmeta Nedîm Zehawî dikin, ku weke Wezîrê Dabînkirina Derziyê li Brîtanya û derve, pêşkêş kiriye.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Îşev ez bi telefonê bi hevalê xwe Kak Nedîm Zehawî re axivîm, ji bo destnîşankirina wî weke Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê, min pîrozbahî lê kir. Em şanazî bi wê xizmeta Nedîm Zehawî dikin, ku weke Wezîrê Dabînkirina Derziyê li Brîtanya û derve, pêşkêş kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin