Mesrûr Barzanî ji bo Mewlûda Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bîranîna mewlûd û jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhammed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand; pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiya herî germ arasteyî Misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim, bîranîna jidayîkbûna Pêxember, bibe havêna xêr û xweşî û bextewerî û bihêzbûna nirx û bingehên bilind û ruhî yên olî, weke lêborîn û pêkvejiyan û hevqebûlkirin û dadperweriyê.
Bîranîna jidayîkbûna Pêxember, pîroz be û Xwedayê mezin, gelê Kurdistanê û mirovahiyê bi giştî, ji hemû nexweşî û azaran biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin