Serok Mesûd Barzanî rojbûna Pêxemberê alema Îslamê pîroz kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo rojbûna Pêxemberê alema Îslamê Hz. Muhammed, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Mislimanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê mezin, Hz. Muhammed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû mislimanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.
Li vê helkefta pîroz de, ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegerê.
Herwiha ji Yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera gelê me de kûrtir û berfirehtir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin