Mewlûda Pêxember bi tevlîbûna Mesrûr Barzanî tê pîrozkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 15ê Îlonê merasîma roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed, bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê birêve diçe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo roja jidayikbûna Pêxember peyamek belav kir û got: “Bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvîdarim ku ev cejna pîroz, bibe sedema bexteweriyê û xurtkirina çanda yekîtî, hezkirin, xêrxwazî û pabendbûna bi nirx û akarên aştiyane yên ola pîroz a Îslamê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, li Herêma Kurdistanê her sal roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê tê bîranîn û bi taybet li Hewlêrê ku kela Hewlêrê û çend rêyên sereke yên bazar û cihên giştî yên bajêr, bi poster û siloganên taybet bi rojbûna Pêxember têne xemilandin. Dîsa merasîmên olî yên taybet têne lidarxistin û şîranî tên belavkirin û li gelek mizgeftan jî Quran û selawetên li ser Pêxember tên xwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin