Serokwezîr Barzanî li mizgefta Sêxê Çolî besdarî merasîma Mewlûda Pêxemberê Îslamê bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê li Hewlêrê beşdarî merasîma bîranina jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma bîranina jidayikbûna Pêxemberê Îslamê bû û serdana mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê kir ku salane merasîma taybet a bi bîranîna mewlûda Pêxember li tê kirin.
Serokwezîrê Barzanî piştî beşdariya merasîma mewlûdê xweşhaliya xwe nîşan da û li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got:
“Îro xweşhal bûm ku min li mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê beşdarî li merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê be) kir.”
ئەمڕۆ خۆشحاڵبووم لە مزگەوتی شێخی چۆلی شاری ھەولێر، بەشداریم لە ڕێوڕەسمی یادی لەدایکبوونی پێغەمبەری ئیسلام محەمەد (د.خ) کرد. pic.twitter.com/nkSFBhsmjQ
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) October 18, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin