Serokwezîr Barzanî bi Sêxê Esîra Semer re civiya

16 August 2023 21:02 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Sêxê Esîra Semer re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Tebaxê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê Eşîra Şemer Şêx Himêdî Deham kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Eşîra Şemer Şêx Mani' Himêdî Deham El Hadî re li ser çend mijaran danûstandina bîr û ramanê kir.

Di hevdîtina ku Şêx Hemûd Himêdî Deham El Hadî jî amadehîr kir de, li ser pêwendiya dostane ya navbera Eşîra Şemer û gelê Kurd, gotûbêj hat kirin û tekezî li pêşvebirina van pêwendiyan û bihêzkirina dostaniya navbera pêkhateyên cuda yên herêmê hate kirin.