Serokwezîr Barzanî pêswazî li Sêxê terîqeta Kesnezanî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 16ê Kanûna 2021ê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî û şanda pê re kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina ezmûna pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Herwiha di civînê de li ser pêşxistina kultura lêborînê, miyanrewî, rûbirûbûna tundrewiyê û çareserkirina arîşeyan bi riya diyalog û hevtêgihîştinê hat axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin