Serokwezîr Barzanî, Serokê Banka Navendî ya Iraqê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokwezîrtiya Hikûmeta Kurdistanê ve hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Serokê Banka Navendî ya Iraqê Elî Alak kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijarên başkirina hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bi taybetî Banka Navendî di warên çaksaziya sektora bankî, hewilên nehiştina pereyan û aramiya aborî hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Serok Barzanî, spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî û Serokê Banka Navendî ya Iraqê jî kir ji bo piştevanîkirin û hemahengiya wan ji bo cîbicîkirina projeya “Hesabê min” berjewendiya welatiyên xwe.
Her wiha hat destnîşankirin ku aliyan li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û hevkariyê ji bo geşepêdana aborî û aramiya darayî hemfikir bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin