Serokwezîr Barzanî bi sanda Banka Cîhanî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Adarê roja Yekşemê pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî ya bi serokatiya Rêvebirê Herêma Rojhilata Navîn Jean-Christophe Carret kir.
Piştî civînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Banka Cîhanî de hat kirin, ji bo pêşxistina aborî û proseya çaksaziyê, bi arasteya baştirkirina xizmetguzariyên giştî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin