Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Qeterê civiyan: Wê sanda veberhêner serdana Herêma Kurdistanê bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Çile di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al-Sanî re civiya.
Piştî hevdîtinê hate ragihandin ku rewşa dawî ya giştî ya Iraq û herêmê hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî hatiye kirin.
Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir, ew pê kêfxweş e ku ligel Al Sanî civiyaye û da zanîn, wan hinardekirina berhemên Kurdistanê bo Qeterê û veberhênana bo pêşxistina sektora bankî li Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Pleasure to see HE Sheikh @MBA_AlThani_ on the sidelines of #wef24. Kurdistan Region’s agricultural products are on the shelves in Qatar, we discussed building on this exchange and investment in Kurdistan Region’s thriving banking sector. pic.twitter.com/JSEUJhf2kh
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 16, 2024
Herwiha hate diyarkirin ku di civînê de biryar hatiye dayîn, veberhênerên Qeterî bi şandeke veberhêner û karsazên Qeterî serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin