Mesrûr Barzanî li Dohayê bi Serokwezîrê Qeterê re civiya

16 February 2022 13:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Dohayê bi Serokwezîrê Qeterê re civiya

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dohayê bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Xalid Bin Xelîfe Al Sanî re civiyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de, bi rayedarên payebilind ên Qeterê re, li Dohayê pêwendiyên aborî û bazirganî gotûbêj dikin.

Mesrûr Barzanî do Sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.