Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi Cîgirê Serokwezîrê Qeterê re axifî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do êvarî 8ê Sibata 2022yan, bi rêya telefonê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî re axifî.
Her du aliyan di axaftinê de, li ser rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Qeter û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Herwiha her du alî hevnêrîn bûn li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin