Pompeo bi rêya telefonê bi Mesrûr Barzanî re axifî

23 December 2020 00:56 0 dîtin
Pompeo bi rêya telefonê bi Mesrûr Barzanî re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di rêya telefonê de bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re axifî û li ser mijarên budçe ya Iraqê û ewlehiya herêmî rawestiyan.

Ragihandin ji aliyê cîgirê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Cale Brown de, di derbarê axaftina Pompeo û Barzanî de bi nivîskî hat kirin. Nivîsa ragihandinê wehaye:

“ Wezîr Pompeo pesnê lihevkirina li ser budçeya navbera Bexdayê û Hewlêrê bi bilindî bilêvkir û wan teşwîq kir da xwe bi encama dadwerane ve girêdin. Di axaftinê de li ser mijara ewlehiya herêmî, li ser koalisyona li dijî DEAŞê û li ser hevkariya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê hat axaftin.”