Serokwezîr Barzanî wê bi sanda Partiya DEMê re bicive

19 February 2025 11:34 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî wê bi sanda Partiya DEMê re bicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê bi şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a ku serdana Herêma Kurdistanê dike re bicive.

Li gor nûçeya MA, şanda Îmraliyê wê plana xwe ya serdana Herêma Kurdistanê biguherîne û îro bi Mesrûr Barzanî re bicive.

Tê payîn ku di hevdîtinê de pêvajoya nû ya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê (Bakur) û pirsgirêka Kurd a li wî welatî were gotûbêjkirin.