Sanda Îmraliyê ya Partiya DEMê dê bi partiyên Kurdistanî re jî bicive
PeyamaKurd – Piştî ku şanda Îmraliyê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) dê bi wan partiyan re hevdîtinan bike ku endamên wan hene di parlamentoya Tirkiyeyê de bi partiyên Kurdistanî re jî bicive.
Heyeta DEMê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê bi AKP, MHP, CHP, Partiya Gelecekê, DEVA û Partiya Refahê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya Şevket Herkî ya li Rûdawê, Sirri Sureyya Onder diyar kiriye ku dê di rojên pêş de bi partiyên Kurdistanî re jî bicivin.
Tê plankirin ku heyet roja înê serdana Hevserokê berê yê giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bike ku li girtîgeha Edirneyê girtî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin