Sanda Îmraliyê ya DEMê gihîst Herêma Kurdistanê

15 February 2025 15:02 0 dîtin
Sanda Îmraliyê ya DEMê gihîst Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ji bo hevdîtina li gel rayedarên PDK û YNKyê hat Herêma Kurdistanê

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) serdanên ku Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re yên di 28ê Kanûna 2024an û 22yê Çileya 2025an de dabûn destpêkirin dewam dike. 

Di vê çarçoveyê de îro Şanda Îmraliyê hat Herêma Kurdistanê. Di şandeyê de endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Ozgur Erol û ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Karûbarên Derve ya DEMê Berdan Ozturk û Parlamenter Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kaçmaz cih girtin.

Heyet li mêvanxaneya protokolê ya li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl hat pêşwazîkirin. Heyet piştre ber bi Hewlêrê ve bi rê ket.

Bendewarî ew e ku şande sibe dê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive. 

Di hevdîtinê de wê detayên hevdîtinên li Îmraliyê hatin kirine bên parvekirin û der barê pêvajoyê de nêrîn, pêşniyar û ramanên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bên wergirtin. Dîsa tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek bê dayîn.

Heyet piştre wê biçe Silêmaniyê û bi Serokê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî, Qubat Talebanî û rayedarên YNKyê re hevdîtinê bike.