Sanda Herêma Kurdistanê gihîste Rojava

10 February 2018 21:14 0 dîtin
Sanda Herêma Kurdistanê gihîste Rojava

Şanda perlemantoya kurdistanê ji bo Efrînê gihîşte Rojavayê Kurdistanê. Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku dê şandeke ji Parlementoya Herêma Kurdistanê hare Rojava û çavdêriyê li ser êrîşên Efrînê bike.

Îro hat ragihandin ku şanda Herêma Kurdistanê îro çûye Rojavayê Kurdistanê û li wir çendîn hevdîtinan pêk anî ye.

Li aliyê dinê li gor ku peyamnêrê Rûdawê ragihandiye beşek ji navçeya Raco û Efrînê hatiye wêrankirin. ÎRo helîkoptera şerî ya Tirkiyeyê jî ji aliyê YPGê ve hatibû xistin û di encamê de her du pîlotên leşkerî hatibûn kuştin.