Li dijî Herêma Kurdistanê û Rojava êrîsên hewayî hatin lidarxistin
PeyamaKurd – Piştî êrîşa çekdarî ya doh li dijî TUSAŞê, bi şev 32 êrîşên hewayî ji aliyê Tirkiyê ve li ser Herêma Kurdistanê û Rojava hatin kirin.
Di êrîşan de bi taybet li Rojava zerareke mezin li saziyên binesaziyê hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî ve derbarê êrîşan de hat dayîn de hat gotin, "Di çarçoveya mafê xweparastinê de ku ji xala 51. a Peymana Neteweyên Yekbûyî derdikeve" di 23ê Cotmehê de li Herêma Kurdistanê û Rojava operasyoneke hewayî hatiye lidarxistin.”
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 32 hedef hatin îmhekirin û "operasyonên hewayî bi biryardarî dewam dikin."
Li Rojava 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Rojava di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Li Qamişlo, Dêrik, Kobanî, Tel Rifat û Minbicê êrîşên hewayî û topan hatin kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de got, "Tirkiye herêmên me bi awayekî rasthatî û bê hincet bombebaran dike, xizmetguzarî û saziyên tenduristiyê dike hedef. Ev sûcekî şer e."
Mazlûm Ebdî got, "Me gelek caran ragihandiye ku em ji diyalogê re amade ne, lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne."
Çi qewimî bû?
Doh li navçeya Kahramankazan a Enqereyê li dijî tesîsên TUSAŞê yên ku pergalên parastina hewayî yên Tirkiyeyê lê tên hilberandin ji aliyê 2 kesan ve êrîşeke çekdarî hat kirin. Di êrîşê de 5 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku bi fermî nehatiye diyarkirin ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, lê hinek berpirsan amaje bi wê yekê dikin ku ew êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.
Sala borî piştî êrîşa li dijî Qereqola Mêrsînê, bi dehan avahiyên binesaziyê yên li Rojava ji aliyê Tirkiyeyê ve bi êrîşên hewayî hatibûn kirin û wêraniyeke mezin pêk hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin