Partiya Macron jî tê de 102 parlamentarên Fransî ji bo Rojavayê Kurdistanê banga herêma dijî firînê kirin!

31 July 2022 13:06 0 dîtin
Partiya Macron jî tê de 102 parlamentarên Fransî ji bo Rojavayê Kurdistanê banga herêma dijî firînê kirin!

PeyamaKurd –102 parlamenter û senatorên fransî li ser gefên Tirkiyê yên operasyon û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniya hevbeş a 102 parlamenter û senatorên fransî ku li malpera rojnameya “Le Journal du Dimanche” hatiye weşandin de, siyaseta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li hember Rojavayê Kurdistanê hatiye şermezarkirin û tê gotin, “Pêwîst e civaka navdewletî herêmeke dijî firînê li bakurê Sûriyê ferz bike û Kurdên Sûriyê bixe bin parastina navdewletî”

Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Parlamenter û senatorên Komunîst, partiya “La France Insumes” (çepê radîkal), Sosyalîst, Jîngehparêz, Komarîxwaz (rast) û partiya Serokomar Emmanuel Macron ve hatiye îmze kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di dema ku Rûsya bi pêşengiya Vladîmîr Putîn sûcên şer ên li Ukraynayê dike, Recep Tayyîp Erdogan li ber plan dike êrîşeke din li ser Kurdan li Bakurê Sûriyê pêk bîne.”

Parlamenter û senatorên fransî di wê baweriyê de ne ku Serokomarê Tirkiyê pêgeha xwe ya sereke di NATOyê de ji bo pirsa şerê li Ukraynayê bi kar tîne, ji bo NATO rêgiriyê li pêş êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê negire û dibêjin: “Divê welatên rojava çavên xwe negirin” û bang li welatên endamên Yekîtiya Ewropî kirin ku çalakvan û komeleyên Kurd ên li ser axa Ewropayê biparêzin.

Bang li Fransa jî hat kirin ku daxwazê ​​ji Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî (NY) bike ku "herêmeke dijî firînê li bakurê Sûriyê ferz bike û Kurdên Sûriyê bixe bin parastina navdewletî”.

Di daxuyaniyê de herwiha daxwaz hat kirin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve were naskirin.