Parlamenterên Fransî li avahiya parlamentoyê pêswazîya sanda leskerî ya Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komîteyeke parlamentoya Fransayê, pêşwazîya şandeke leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir ku di şanda Rojavayê Kurdistanê de, Berdevka YPJê Rûksan Mihemed û Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd hebûn.
Malpera fermî ya HSDê ragihandiye ku di hevdîtina li navenda Parlamentoya Fransayê hat kirin de, nûnerê Rêveberiya Xweser a li Fransayê Xalid Îsa jî beşdar bûye.
Hat diyarkirin ku şanda leşkerî ya HSDê ji aliyê Sarah Tanzli parlamentera Partiya Vejîn (Partiya Serok Macron), hevseroka Koma Lêkolînên Kurdî û endama Komîteya Qanûnên Destûrî, Qanûnsazî û Rêveberiya Giştî ya Komarê, Frederick Matteo parlamenterê Partiya Yekitiya Gel a Jîngeh û Civakê, cîgirê serokê Koma Lêkolînên Kurdî û endamê Komîteya Parastina Neteweyî û Hêzên Çekdar, Mary Punchon parlamentera Partiya Pêşxistina Mayînde û Jîngehê û gelek parlamenter û nûnerên wan ve hatiye pêşwazîkirin.
Herwiha şanda Rojava beşdarî rûniştina guhdarkirina li parlamentoya Fransayê ya du saetan bûye û di civînê de; mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞê, hewldanên dewletên herêmê yên ji nû ve zindîkirina DAIŞê, krîza Sûriyeyê, bi taybet rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û astengiyên li hember herêmê, tawanên li Efrînê ji hêla artêşa Tirk û çekdaran ve têne kirin, hatin gotûbêjkirin.
Li gorî malpera HSDê şandeyê behsa têkoşîna YPJê û şerê li dijî rêxistina DAIŞê kir û bersiva bersiva pirs û rapirsînên parlamenterên Fransî da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin