Li Kuweytê hilbijartin hat betalkirin, parlamenterên berê vegeriyan parlamentoyê

20 March 2023 12:35 0 dîtin
Li Kuweytê hilbijartin hat betalkirin, parlamenterên berê vegeriyan parlamentoyê

PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Kuweytê encamên hilbijartinên parlemanî yên sala borî betal kir û biryar da ku parlementoya hilweşiyayî wekî sala 2020ê were nûkirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Kuweytê KUNAyê, Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku hilbijartina 29ê Îlona 2022an were betalkirin û endamtiya kesên di hilbijartinan de serketî hatine ragihandin, betal bibe.

Dadgehê hinceta betalkirinê weke “biryara betalkirina parlementoyê di sala 2020an de betal e” ragihand û diyar kir, hilbijartinên 2022an jî li gor vê rewşê betal dibe.

Meclisa 2020an a ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat betalkirin, wê weke “bêkar” bê dîtin.

Ji ber nakokiyên dubare yên di navbera parlamento û hikûmeta Kuweytê de, parlamentoya di Kanûna 2020 de hatibû avakirin, hat betalkirin. Welîehdê Kuweytê Meşal el-Ehmed el-Cabir es-Sabah di 22ê Hezîrana 2022an de ragihandibû ku wê li vî welatî hilbijartinên pêşwext bên kirin.