Xwepêsandanên hilbijartinê li Sirbîstanê berdewam dikin: Dixwazin hilbijartin bên betalkirin
PeyamaKurd – Xwepêşandanên li paytext Belgradê yên partiyên mûxalîf ên li dijî encamên hilbijartinên giştî û herêmî yên 17ê Kanûnê yên li Sirbîstanê pêk hatin, di roja 9emîn de berdewam dikin.
Li ser banga partiyên muxalif ên bi tifaqa bi navê "Sirbiya li dijî şîdetê" ya "li dijî diziya hilbijartinê" re hevrikiyê dikin, bi sedan kes careke din li ber avahiya Komîsyona Hilbijartinê ya Dewletê ya li Belgradê kom bûn.
Girse piştre heta ber avahiya Qesra Edaletê meşiya û xwest hevalên wan ên êvara Yekşemê hewl dan bikevin avahiya Parlamenta Belgradê û di encama xisarkirina derî û paceyan de hatin desteserkirin, bên berdan.
Opozisyonê dupat kir ku di xwepêşandanên îşev de, bi sedan kes ji komara Srpska ku yek ji du pêkhateyên Bosna û Hersekê ye, bi otobusan ji bo dengdanê anîne Belgradê û ji bo rakirina vê nelirêtiyê daxwaza betalkirina hilbijartinê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin