Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêsandanên dijî bihayî û hejariyê berdewam dikin

15 May 2022 14:06 0 dîtin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêsandanên dijî bihayî û hejariyê berdewam dikin

PeyamaKurd – Li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên ku çend roj berê destpê kiribûn, berdewam dikin.

Li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê, xelkê Birucêrdê li dijî serokomarê Îranê ku soza çareserkirina pirsgirêkên aborî dabû nerazîbûn nîşandan û car din banga çareserkirina rewşa hejar a welatiyan kirin.

Herwiha li Farsûn a Çarmehal û Bextiyarê hêzên Îranê êrîşî semînereke zanistî kirin û li Şarî Kurd a navenda parêzgehê jî polîsekî xwe wek fermandarê meydanê da nasîn û xwest bi hinceta neyasayîbûna kombûnê, welatî belav bibin, lê xelkê bi sirûd û dirûşman bersiva wî dan.

Li bajarê Cowneqan ê parêzgeha Çarmehal û Bextiyarê xwepêşandanên protestoyî yên dijî hikûmeta Îranê bi beşdariya karmend, xanenişîn û pêkhateyên din ên civakê berdewam dikin.

Xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî zêdekirina bihayê rûn, hêk, mirîşk, nan şîr û kelûpelên din ên jiyanê dest pê kiribûn.

Li gorî zanyariyên xwecihî heta niha di xwepêşandanan de, 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.