Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hewaya sar dibe asteng

12 February 2025 11:07 0 dîtin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hewaya sar dibe asteng

PeyamaKurd - Ji ber barîna berf û zipîkê ku bandor li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye, îro ji 31 parêzgehan tenê li 7 parêzgehan dibistan nehatine tatîlkirin.

Li gorî medyaya Îranê, roja Çarşemê 12ê Sibatê tenê li parêzgehên Îlam û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê jî tenê li dibistanên parêzgehên Sîstan, Belûçistan, Hurmuzgan, Buşehr, Xuzistan û Buyer Ehmed ders hatin dayîn.

Ji bilî girtina dibistanan li 24 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji wan Kirmaşan, Sana û Urmiyê, kar li dezgehên hikûmetê jî sekinî.

Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê ragihand ku dibistanên ku ji ber hewaya sar girtî ne, divê xebatên xwe yên perwerdeyê ji dûr ve bidomînin.

Ji aliyeke din ve Serokê Navenda Pêşbînî û Birêvebirina Krîza Netewî ya Îranê Sadiq Ziyayan derbarê pêleke nû ya berf û baranê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hişyarî da.