Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 7 kes hatin bidarvekirin

06 January 2025 19:11 0 dîtin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 7 kes hatin bidarvekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li girtîgeha Adilabad a bajarê Şîrazê 4 kes, li girtîgeha Dîzilabad a bajarê Kirmaşanê 2 kes û li girtîgeha bajarê Taybadê jî girtiyek bi biryara dadgeha Îranê hatin bidarvekirin.

Li gorî zanyariyên rêxistinên mafên mirovan roja Yekşemê Xelîl Alîzêhî (Sergulzêhî), Emîr Mihemed Ferahanî, Secad Erzende yê temen 48 salî û Mihemedriza Husênzade yê temen 44 salî li girtîgeha Adilabad a Şîrazê bi tohmetên madên hişber hatin bidarvekirin.

Roja Çarşema borî jî Mêysem Feraşî yê temen 29 salî û Riza Bextiyarî yê xelkê bajarê Kirmaşanê ku berê ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha Dîzilabad a Kirmaşanê hatin bidarvekirin.

Roja şemiya borî jî Remezan Tahirî yê temen 31 salî yê xelkê bajarê Elîgoderzê ku ji aliyê dadgehê ve bi tohmetên madeyên hişber, sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha bajarê Taybadê hate bidarvekirin.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê gelek caran bêyî agahdarkirina malbatan wan îdaman pêk tîne û nayên ragihandin ku dibê hejmara bidarvekirinan hîn zêdetir. Piranî welatiyên Kurd û Belûç bi tohmetên cuda cuda têne tepeserkirin û sizayê îdamê li ser wan tê sepandin.