Rojhilatê Kurdistanê | Sê kesên din bi guleyên hêzên çekdar ên Îranê hatin kustin

21 September 2022 13:04 0 dîtin
Rojhilatê Kurdistanê | Sê kesên din bi guleyên hêzên çekdar ên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarên Urmiye, Mehabad û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê di encama xwepêşandanên ji bo kuştina Jîna Emînî de sê kesên din bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê hatin kuştin û Parêzgarê Sineyê jî kuştina sê welatiyên Kurd piştrast kir.

Li gor zanyariyan, êvara 20ê Îlona 2022yan, jineke 65 salî ya bi navê Hacer Ebasî ku roja Duşemê bi guleya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê birîndar bûbû, ji ber giraniya birînên xwe can da.

Li bajarê Urmiyê teqe li xwepêşanderan hat kirin û di encamê de xortekî 23 salî yê bi navê Ferhad Derwêşî, ji ber ku gulle li serê wî ket can da.

Herwiha li bajarê Pîranşar jî ciwanekî 16 salî yê bi navê Zekeriya Xeyal piştî birîndarbûna bi teqeya rasterast a hêzên çekdar can da.

Parêzgarê Sineyê Îsmaîl Zariî Kûşa jî kuştina sê xwepêşnaderan piştrast kir, lê belê diyar kir ku ew kes bi çekekê hatine kuştin ku di destê hêzên ewlehiya Îranê de nîne.

Medyaya Îranê jî destnîşan kiriye, li bajarê Kirman a li navenda Îranê, jinek bi guleya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hat kuştin.