Di xwepêsandanên Rojhilatê Kurdistanê de 7 kesên din can dan

21 November 2022 13:31 0 dîtin
Di xwepêsandanên Rojhilatê Kurdistanê de 7 kesên din can dan

PeyamaKurd – Şeva borî di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 6 xwepêşander li bajarên Pîranşar, Ciwanro û Dêwlan bi fîşekên hêzên emnî yên Îranê can dan û birîndarekî xwepêşandanên bajarê Bokan jî can da.

Li gor zanyariyan, şeva derbasbûyî li hejmareke zêde ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin. Xwepêşandanên hinek bajaran ji bo piştgiriya xelkê bajarê Mihabad bûn.

Hat zanîn, di xwepêşandanên bajêr de hêzên emnî yên Îranê teqe li xelkê kirin û 2 xwepêşander bi navên Tahîr Ezîzî û Karwan Qadir Şukrî can dan.

Li gor zanyariyan, Karwan Qadir Şukrî zarok û 16 salî ye.

Herwiha hat ragihandin, di dema birina termê Tahîr Ezîzî de ji bo veşartinê, welatiyan slogan li dijî desthilata Îranê bilind kirin û alozî derketin. Di encama teqeya hêzên emnî de xwepêşanderekî din bi navê Heyder Mehalî can da.

Li bajarê Ciwanro yê ser bi Kirmaşanê jî hêzên Supaya Pasdaran û Îtlaatê teqe li xwepêşanderan kirin û 2 welatiyan can dan. Navê yekî ji wan Îrfan Kakeyî û mamosta bû û vedigeriya malê, lê fîşekek lê ket. Yê din jî Behadîn Weysî yê temen 16 salî bû.

Di xwepêşandanên roja Yekşemê yên bajarê Dêwlan (Dêhgulan) ê parêzgeha Sine de jî xwepêşandarek bi navê Muhsin Niyazî yê 25 salî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê ji ber birînên wî giran bûn can da.

Hat eşkerekirin, di xwepêşandanên roja Înê yên bajarê Bokanê yê parêzgeha Urmiyê de jî xwepêşanderek bi navê Silêman Şukrî birîndar bûbû jî şeva bihorî can da.

Her hat destnîşankirin ku di xwepêşandanên pênc rojên derbasbûyî yên Rojhilatê Kurdistanê de, herî kêm 36 welatiyên sivîl can dane.