Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kesên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kustin
PeyamaKurd – Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di encama xwepêşandanên li dijî kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî de, 5 kesên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û zêdetirî 80 kes birîndar bûne.
Li gor zanyariyan, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên ji bo protestokirina bûyera kuştina Jîna Emînî, roja Duşemê 19ê Îlona 2022an di sêyemîn roja xwe de berdewam bûn û li hin bajaran heta derengiya şevê xwepêşandan û rûbirûbûna di navbera welatiyan û hêzên emnî yên Îranê de berdewam bûn.
Hat ragihandin ku li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Kerec, Reşt, Îsfehan û Ehwazê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.
Herwiha hat eşkerekirikin ku hêzên emnî yên Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi ava şid, gaza rondikrêj û bi gulleyan destwerdan di xwepêşandanên aştiyane yên ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî de kirin û di navbera welatiyan hêzên Îranê de alozî derket.
Zanyarî destnîşan dkin ku di xwepêşandanên do û şeva din de hejmarek welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li bajarê Dîwandere 2 kes, li Seqizê 2 kes û li Dêhgulanê jî kesek hatine kuştin. Herwiha zêdetirî 80 kesan jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin