Li Rojhilatê Kurdistanê 11 çalakvanên sivîl hatin girtin

31 January 2022 20:04 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê 11 çalakvanên sivîl hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav çend rojên dawî de, li bajarên Seqiz, Merîwan, Sine û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê 11 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kiriye ku doh 30yê Çile li bajarên Seqiz, Merîwan, Pîranşar 8 kes hatine desteserkirin û çend kes ji wan rastî îşkenceyê hatine.

Herwiha hatiye diyarkirin, di nav çend rojên dawî de tenê li Pîranşarê jî 5 welatî hatine girtin û hîn jî hêzên rejîmê ti zanyarî derbarê girtina wan kesan de nedane.