Çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza greva gistî ji welatiyên Îranê kirin

17 September 2022 13:58 0 dîtin
Çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza greva gistî ji welatiyên Îranê kirin

PeyamaKurd – Beşek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaza greva giştî ji welatiyên Îranê kirin û gotin: “Jîna Emînî yekem qurbaniya siyasetên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî jin û mirovan nîne û ya dawî jî nabe.”

Li gor di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Asayîşa cadeyên bajarên me ji bo jinan guncaw nîne û sedema sereke ya tunebûna asayîşê jî hêzên Îrşadê ye.” (Îrşad, hêzeke taybet e ji bo sepandina hîcabê.”

Herwiha çalakvan didin zanîn: “Komara Îslamî ya Îranê alaya desthilatdariya xwe li ser termê bi sedan û bi hezaran jinên qurbaniyên tundûtûjiya hikûmet û civakê hildaye.”

Di berdewamiyê de çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê amaje bi “bêtaqetbûna îdeolojiya hikûmetê li hember jinên Îranê" dane û ji xelkê Îranê daxwaz kiriye "vê bêdengiyê bişkinîn.”