Girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidavekirin

11 April 2020 16:32 0 dîtin
Girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidavekirin

PeyamaKurd - Malpera Hingawê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mustefa Selîmî hatiye bidarvekirin.

Mustefa Selîmî bi tometa “dijberiya xwedê” û endamê partiyeke siyasî ya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê cizayê bidavekirinê lê hatibû birîn.

Mustefa Selîmî ligel 70 zîndaniyên din ji zîndana Seqizê reviyabûn, piştre hatibûn desteserkirin. Pêştir çendîn caran wî girtiyê siyasî yê Kurd di zîndanê de man girtibû û sizaya xwe bi ne dadperwerane bi nav dikir.

Serokê Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw Erselan Yarehmedî li ser hesabê xwe yê facebookê de ragihand, Mistefa Selîmî xwe gehandibû gundê Germek a ser bi qeza Pênciwênê û çûye mala kesekî û wî kesî jî peyvendî bi asayîşa Pênciwênê ve kiriye.

Mistefa Selîmî Pêşmergeyê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê bû. 17 sal berî niha dest li Pêşmergetiyê berda û vegeriya Îranê. Li wê derê jî bi tometa avêtina ser binkeyekî Îranê ya Seqîzê û kuştina çekdarekî pasdaran li bajarê Nehawend a ser bi parêzgeha Hemedanê hatin girtin. Piştre ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Seqizê bi serokatiya dadwer Gewdînî bi tometa diziya çekdarî û endamtiya Partiya Demokrat, hukmê 15 sal girtîgehê ceza jê re hat dayîn û piştre jî cezayê darve kirinê jê re hat dayîn û îro fermana darve kirinê hat bicîhanîn.