Li Silêmaniyê çalakvanekî siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bi sûîqestê hat kustin
PeyamaKurd - Çalakvanê siyasî yê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê ji aliiyê kesên nenas ve bi demançeya bêdeng hat kuştin.
Malpera Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê ragihandiye, doh 14ê Tîrmehê piştî nîvro çalakvanekî siyasî li cihê karê xwe li sînorê gundê Jale li dorûbera Silêmaniyê ji aliye çekdarên nenaskirî ve bi çekê hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku navê wî çalakvanî Bêhrûz Rehîmî ye û bi navê Rêbîn jî dihat naskirin ku temenê wî 49 sal bû û ev demeke li Silêmaniyê dimîne.
Hengawê daye xuyakirin, otomobîleke reş bi demançeyeke bêdeng gule li Bêhrûz Rehîmî reşandine û piştre ji cihê bûyerê dûr ketiye.
Bêhrûz Rehîmî ji bo nexweşxaneya Şoreş a Silêmaniyê hatiye veguhestin lê ji ber fîşekên li bedena wî ketine koça dawî kiriye.
Biryare îro cenazeye Bêhrûz Rehîmî ji aliyê bijîşkiya dadweriya Silêmaniyê ve ji bo malbata wî were radestkirin.
Derbarê bûyerê de ji aliyê berpirsên Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê ve, hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin