Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 46 kes bi tohmetên siyasî hatin girtin

03 December 2020 19:58 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 46 kes bi tohmetên siyasî hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê di nav meha borî de (Mijdar) 46 welatiyên Kurd bi tohmetên siyasî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye, di Mijdara 2020an de li Rojhilatê Kurdistanê 46 welatiyên kurd bi tometa çalakiyên siyasî, sivîl û mezhebî hatine girtin ku ev hejmar li gorî meha Cotmehê, ji sedî 20 zêde bûye.

Hengawê diyar kiriye ku 37 kes bi tometa çalakiya siyasî û pêwendiya wan bi partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re, 7 kes bi tohmetên çalakiyên civaka sivîl û 2 kes jî bi tohmetên çalakiyên mezhebî hatine girtin.

Herwiha hat ragihandin ku li parêzgeha Sineyê 21 kes, li Ûrmiyê 13 kes û li parêzgeha Kirmaşanê jî 12 kes hatine binçavkirin.