Hengaw: Di mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 12 kesan xwe kustin

24 October 2020 14:34 0 dîtin
Hengaw: Di mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 12 kesan xwe kustin

PeyamaKurd Di nav mehekê de, li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 12 kesan xwe kuştin.

Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir: ‘‘Di nav mehekê de, li Rojhilatê Kurdistanê 12 kesan xwe kuştin, 6 heb ji wan jin in û 6 jî zilam in.’’

Li gor rapora Hengawê, temenê 5 kesên ku xwe kuştin, kêmtirî 18 salan e. 4 ji wan keç in û yek jî kur e.

Herwiha li gor agahiyan, sedema piraniya wan xwekuştinan, arîşeyên nav malbatê bûne.

Li gor raporta Hengawê: ‘‘Li Îlamê 3 kesan xwe kuştine, ku ji wan 2 jin in û zilamek e, li Kirmaşanê zilamek, li Sine 5 kes ku ji wan 2 jin û 3 zilam in û li Ûrmiyê jî 3 kes 2 jin û zilamek, xwe kuştine.

10 kes ji wan kesan xwe xeniqandine, kesekî bi xwarina derman xwe kuştiye û yekê jî xwe li ser ban avêtiye xwarê û xwe kuştiye.