Amerîka: Vekirina avahiya balyozxaneya me ya herî mezin li Kurdistanê sahidiya pabendbûna me ya li hember wan e
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku Amerîka bi biryar e ku pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê geş bike, ji ber wê jî vekirina mezintirîn avahiya dîplomatîk a cîhanê li Hewlêrê nîşan dide.
Berdevkê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku em pêbend in ku pêwendiyên xwe yên bihêz ligel Herêma Kurdistanê ava bikin ji bo pêşdebirina armancên xwe yên hevbeş ên ewlehî, pêşkeftina aborî û pêşxistina demokrasiyê.
"Avahiya balyozxaneya me ya nû îspata pabendbûna me ya bi Hewlêrê ye"
Karbidestê Amerîkî ku nexwest navê xwe eşkere bike got:
“Balyozê giştî yê nû yê Amerîka li Hewlêrê Steve Bittner piştevaniya hewlên çaksaziyê yên hêzên Pêşmerge dike ji bo têkşikandina DAIŞê, başkirina aboriya Herêma Kurdistanê û piştevaniya hilbijartinên dadmend ên meha Cotmehê.”
Mezintirîn avahiya dîplomatîk a Amerîkayê li cîhanê li Hewlêra paytext ber bi qedandinê ve diçe. Cihê meraqê ye ku ev avahî wê çi bandorê li herêmê bike.
Berdevkê Amerîkayê got: “Amerîka pabend e bi pêşxistina pêwendiyên xwe yên bihêz li gel Herêma Kurdistanê û armancên me yên hevbeş ên ewlehî, geşbûna aborî û demokrasiyê. Balyozê giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê piştevaniya hewlên ji bo têkşikandina DAIŞê, başkirina aboriya Herêma Kurdistanê, lidarxistina hilbijartinên dadmend ên 20ê Cotmehê û çaksaziya Hêzên Pêşmerge dike. Avahiya balyozxaneya me ya nû belgeya pabendbûna me ya bênavber li pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye.”
Derbarê vekişîna Amerîka ji herêmê de jî wiha bersiv da:
“Ji sala borî ve serdana serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê di meha Nîsanê de, pêwendiyeke telefonî di navbera Wezîrê Derve yê Amerîka û Serokwezîrê Iraqê di meha Tebaxê de hebû. Di derbarê paşeroja hêzên hevpeyman de em bi hikûmeta Iraqê re gotûbêjên berhemdar dikin. Nîqaş dewam dikin.
Em di wê baweriyê de ne ku em nêzîkî rêkeftinekê ne, lê heta niha em ê tiştekî ragihînin. Ev pêvajo li ser diyaloga stratejîk a berê ya dualî ya di derbarê pabendbûna dualî ya ji bo koordînasyona ewlehiyê û berjewendiya hevbeş ji bo pêşvebirina aramiya herêmî ava dibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin