Avahiya Balyozxaneya Amerîka ya Tel Avîvê hat firotin

09 September 2020 13:33 0 dîtin
Avahiya Balyozxaneya Amerîka ya Tel Avîvê hat firotin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, avahiya fermî ya balyozxaneyê ya li Tel Avîvê firot. Medya Îsraîlê dîyar kir, buhayê wê avahiya li bakurê Tel Avîvê, ji 80 mîlyon dolaran pirtir e.

Balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê bi daxuyanîyekê ragihand, avahiya balyozxaneya Tel Avîvê firotiye. Yek ji rojnameyên aborî yên Îsraîlê, Globes îdia kir, karsazê Amerîkî, Sheldon Adelson avahîya balyozxaneyê kiriye.

Adelson wek yek ji alîgirên pêş yên Serok Donald Trump tê nas kirin, lê nûçeya Globes ji alîyê jêderên din ve hîn nehatiye piştrast kirin.

Rêvebirîya Serok Donald Trump balyozxaneya Amerîka di sala 2018’an de, ji Tel Avîvê biribû Orşelîmê û ew der wek paytexta Îsraîlê pejirandibû.

Berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden, biryara rêvebirîya Trump rexne kiribû, lê gotibû ku ger ew were hilbijartin wê balyozxaneyê ji Orşelîmê venekişîne Tel Avîvê.